Li dijî hêrişên leşkerî li ser gelê Kurd yê sivîl li herêmên Kurdan li Tirkî

Durpêç u qedexeya hatî ragihandin ji alîyê hukumet u hêzên leşkerê Tirk ve ji meha Tebaxê ya sal par de li Amed ê (Diyarbakir) ê, bajarê herî mezinê herêma Kurdan li Tirkî, ku zêdetir ji 1,700,000 welatî têde dijîn, rewşa şerek mezin derxistye holê, ku buye sedema kuştina dehan kesên sivîl u birîndar kirin u bêmal u hal kirina hezaran kesa. Rewşa Amedê tê dubare kirin li tevaya Başurê rojavayê Tirkî li herêma Kurda ya liser sinurê Suryê li Mêrdînê, Culemêrgê (Hekari), u Şirnex ê(Şırnak).

Bi hêceta "operasyonên dijî - terorê", anîna hêzên leşkerî, durpêç kirin u rewşa awarte, ji aliyê hukumet u leşkerê Tirkî ve tê bikaranîn di hundirê şerê xwe yê îlan kirî de ku hêrişî gelê Kurd bikin li herdu aliyên sinur, li dijî azadî u hemu mafên gelê Kurd.

Zêdetir ji 50,000 kesa bê cî u mal bund li Bajarê Amedê, di nav wan de pitir ji 20,000 kesa bê cî u war bune u nikarin vegerinê. Li gorî deselata şaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gel (HDP) , tê texmîn kirin ku 70% ji avahîyan li beşê rojhilatê bajarê kevin hatine wêran kirin, ku pitir ji 5000 sala kevnin u ji alîyê UNESCO ve hatine nas kirin wekî mîratê cîhanê yê mirovatiyê. Pitir ji 30,000 kesa  bi hêvîya şaredarîyê ne ku pêwîstiyên wan bi cî bikin. 

Di hundirê vê kampanya leşkerî de ku wekî "operasyona polîsan" xwe dide nasandin, êrîş li ser xelkê sivîl, girtinên keyfî, biser malan de girtin, u derxistina bi zorê liser xelkê tê kirin. Hemu li du  encamên dîrokî yên HDP, u koalîsyona partî û rêxistinên di hundirê tevgera azadîxwaza  Kurd û çepgir de derketin holê, ku benda %10 ji dengan derbaz kir u gihîşt Meclîsa Tirkî, u wisa jî  piraniya mutleq ya 13 sala ya partiya Erdogan ya Dad u Geşepêdanê (AKP) hat şikandin.  

Em piştgîriya daxwazên deselata şaredariya Amedê dikin ji bu demildest bidawî anîna van hêrişan liser xelkê Kurd yê sivîl, rêz girtin ji mafên mirovan, û çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkî.

Zaragoza en Común

Barcelona En Comú